Hejmara şehîdan li Xezzeyê gihîştiye 72 hezar û 70 kesan
Sibat 21, 2026 19:15 Asia/Tehran
Di dewama êrişên hovane yên rejîma Siyonîst ser Xezeyê , tevî agirbesa li vê herêmê, hejmara şehîdan li Xezzeyê zêde bûye.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku di 48 sietên borî de kesek şehîd bûye û 10 kesên din jî birîndar bûne. Bi vî awayî, hejmara şehîdên cinayetên siyonîst li Xezzeyê gihîştiye 72 hezar û 70 kesan.
Ji dema ragihandina agirbesê li Xezzeyê di 11ê Cotmeha 2025an ve heta niha 612 kes şehîd bûne û hezar û 640 kesên din jî birîndar bûne û di vê heyamê de cenazeyên 726 şehîdan jî hatine peydakirin. UNRWA`yê jî ragihand ku rewşa li Xezzeyê hîn jî qeyranî ye û rejîma Siyonîst tim rê li ber ketina alîkariyên mirovî bo vê herêmê digre.