Zêdebûna hilberandina niftê çiyayê Gabarê li Tirkiyê
Sibat 21, 2026 19:02 Asia/Tehran
Hilberandina niftê herêma Gabarê ya Tirkiyê piştî peydakirina meydaneke nû gihîştiye 80 hezar bermîlî.
Çalakiyên keşfkirin û hilberandina niftê li navçeya çiyayê Gabarê ya parêzgeha Şirnex a Tirkiyê piştî ragihandina keşfkirina meydaneke niftê di sala 2022`an de ketine qonaxeke nû.
Li gorî ragehandina rayedarên vê navçeyê rojê nêzîkî 80 hezar bermîl niftê tê hilberandin û operasyonên kolandin û keşfkirinê tim berdewam dike. Di Kanûna 2022`an de, Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan derbarê keşfirina meydanî bi zimhêra 150 milyon bermîl niftê li çiyayê Gabarê agahî da.
Niha, rojê nêzîkî 80 hezar bermîl nift tê hilberandin.