Sibat 21, 2026 19:23 Asia/Tehran

Berbijartiya Nûrî Malikî ji bo posta serokwezîrtiya Iraqê bûye mijareke aloz û dervey sînorên navxweyî.

Berbijartiya Nûrî Malikî, serokê hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ji bo  bidestxistina dubare ya serokwezîrtiyê li Iraq bûye ceribandineke giring ku tê de hevsengiya hêzê di navbera Waşingtonê, li dijî vê berbijartriyê ye û şiyana partiyên Şîe jibo dasepandina  ev hilbijartina xwe di halê ceribandinê ye. Wezareta Derve ya Iraqê ragihand ku peyameke Amerîkî ji Bexdayê re hatiye şandin ku tê de gefên cihanîna boykotan li dijî hin kes û saziyên Iraqî û sînordarkirina hevkariya di navbera Bexda û Waşingtonê cih digrin. Hin rayedarên  hevpeymaniya Dewleta Qanûnê" tekez kirine ku Malikî dê li ser berbijartiya  xwe îsrarê bike û nûçeyên derbarê vekişîna wî tenê beşek ji şerê psîkolojîk û propagandayê ye.

 Ew  tekez dikin  ku guhertina  berijar tenê bi rêkeftina navxweyî ya çarçoveyê be, ne di bin zexta peyamên biyanî de.

 

Selam Zubêydî endamê hevpeymaniya Nesr got ku di pêşerojê de ti hikûmet an serokwezîr li Iraqê dê nikaribe bi tena serê xwe li himber gef û boykotên Amerîkayê raweste  bi taybetî di rewşa aloz  a siyasî û aborî ya niha  li Iraqê de.

 Ew di vê bawerê de ye  ku pêvajoya siyasî li Iraqê gihîştiye asta herî bilind a astengkirinê û gefa  boykotan  pirsgirêkek mezin e ku hewceyê  yekdengî û hevahengiya  di navbera hemî komên siyasî de ye.

Ebas Ewadî lêkolînerê siyasî li Iraqê, jî got ku çarçoveya  hevahengiyê  bi pirsgirêkek cidî re rû bi rû ye û heke ew nikaribe biryara xwe di wexteke gucaw de ide,  renge  hevsengiya xwe ya  navxweyî  ji dest bide . Wî pêşbînî kir ku hevpeymanî, ji ber  rastîbiniya siyasî, dê vebijarkek navîn ji bo parastian hevsengiyê  hilbijêre da ku  him ji zextên amerîkî xelas bibe û  him jî wek işkestxwariyan neyê xûyanê. 

 

Serepeyv