Rêûrisma şîngêriya 30ê meha Seferê ya Koça Heyvî hevdem digel salvegera şehîdbûna Îmam Reza (S) roja Çarşemiyê, 3ê Îlona 2024an, bi amadebûna heyetên şîndariyê li Mezargeha paqij a Rezewî û kolanên derdorê hat lidarxistin.
Rêûrisma Xutbexwendina şeva şehadeta Îmam Reza (S) êvara Sêşemiyê, 3ê Îlona 2024an, bi beşdariya xadim, ziyaretker û şîngêran li Sehna Pêxemberê Mezin (S) ê Mezargeha ronî ya Îmam Reza (S) hat lidarxistin.
Rêûrisma oxirkirina meytê Şehîd Ayetullah Reîsî li Meşhedê ku îro Pêncşemiyê hat lidarxistin.
Meytê Xadim ul-Reza (S) û Seyidê Bindestan Şehîd Ayetullah Seyid Îbrahîm Reîsî bi oxirkirina dîrokî ya gelê Îranê li welatê rojê, li Meşhed ul-Reza, bajarê Şehadetê, li Rewaqa Darusselamê ya Mezargeha Îmam Rea (S) li axê hat spartin.
Meytê Xadim ul-Reza, Şehîdê Komarê, Ayetullah Seyid Îbrahîm Reîsî berêvara Pêncşemiyê, 23ê Gulana 2024an, li bajarê Meşhedê hat oxirkirin û li kêleka tirba paqij a Îmam Reza (S) li axê hat spartin.
Di bereberê şehîdbûna Îmam Reza (S) karwanê siwarên hespan ê Herem-Heta-Heremê ji mezargeha Îmamzade Seyid Ebbas Ibni Mûsa Cefer (S) li Bijnûrda navenda Xorasana Bakur ber bi Mezargeha Îmam Reza (S) li bajarê Meşheda navenda Xorasana Rezewî va bi rê ket. Ev karwan pêkhatî ji 35 siwaran û 15 hespan ji şaristanên Bijnûrd, Mane û Similqan û Raz û Cergelanê ye.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li kombûna mezin a ziyaretkerên Herema paqij a Îmam Reza (S) û niştecihên bajarê Meşhedê, navenda parêzgeha Xorasana Rezewî, tevî amajeya bi sergirdaniya Amerîkayê li navçeyê, tekez kir: “Amerîkî heyîrî û damayî ne.”
Serokwezîrê Iraqê, encamên yekem serdana xwe ya fermî bo Îranê erênî nirxandin û daxwaza hevkariya dualî tev vî welatî kir.
Bi boneya salvegera jidayikbûna Îmam Riza (S) mezargeha pîroz a îmamê heştemîn ê şîeyên cîhanê li Meşhedê bi amadebûna xizmetkar û ziyaretkeran bi gulan hat xemilandin.
Di salvegera jidayikbûna îmamê heştemîn ê şîeyan de, ala qubeya Hezretê Samin El-Hucec Elî Îbni Mûsa El-Reza (S) hat guhertin.