Iraqê himber gotinên Balyozê Amerîkayê yê Tel Avîvê têkildarî serdestîya Rejîma Sîyonîst li Rojhilata Navînê bertek nîşan da
Sibat 22, 2026 14:05 Asia/Tehran
Wezareta Karên Derve ya Iraqê di daxûyanîyekê da bi tundî gotinên Balyozê Amerîkayê yê Tel Avîvê şermezar kir.
Di daxûyanîya Wezareta Karên Derve ya Iraqê da hatîye: Ev gotin ku berovajî isûlên mafên navdewletî û Menşûra NY ne, destdirêjîyeke bi taluke, binpêkirina serwerî u sexwebûn û yekperçetîya axa welatan tên hesêb ku ev yeka yê dûhatên nerênî jibo ewlehî û istiqrara herêmê bi xwe re bîne.
Wezareta Karên Derve ya Iraqê herwiha pêgirî ser helwesta neguhêr a Iraqê ya piştgirîya ji serwerîya welatan û qebûlnekirina sîyaset an pêngava jibo serdestîxwazî yan sepandina rastîyên bi zorê kir.