Koma herî bi talûke ya terorîst li Enbarê hilweşiya
Sibat 21, 2026 18:10 Asia/Tehran
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê karîn ku koma herî bi talûke ya terorîstî li parêzgeha Enbarê nas bikin û hilweşînin.
Çavkaniyeke ewlehiyê li Iraqê ragihand ku koma terorîst a herî xeternak li dû lihevxistina ewlehî û aramiya bajarên curbicur ên parêzgeha Enbarê bû, hilweşiya. Wî her wiha got: Hêzên ewlehiyê yên Iraqê di operasyoneke berfireh de endamên vê koma terorîst girtin.
Vê çavkaniyê diyar kir: Ew di nava parêzgehên bakur û parêzgeha Enbarê bi belgeyên sexte di hatin û çûyînê de bûn.