Sibat 28, 2023 16:48 Asia/Tehran
  • Nehemîn ‘Komcivîna Hînkirina Zimanê Farisî li Cîhanê’ li Tehranê hat lidarxistin.

Nehemîn Komcivîna enstîtû û saziyên çalak do warê hînkirina Zimanê Farisî li cîhanê li Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Îranê hat lidarxistin.

Li gorî rapora IRAN Press’ê, ‘Xulam-Elî Heddad Adil’ Serokê Ferhengistana Ziman û Wêjeya Farisî roja Sêşemiyê di neehemîn Komcivîna enstîtû û saziyên çalak do warê hînkirina Zimanê Farisî li cîhanê da got: “Binyata Se’dî bi armanca hînkirina ziman bo axêverên zimanên din bi sûdwergirtina ji mamsoteyên hînkirî ku ji bilî farisê, serdestiya wan li ser du an sê zimanên din heye, çalakiya xwe zêde ji deh sal berê dest pê kiriye.”

Serokê Binyata Sedî’yê her wiha got: “Hînkirina ziman anegorî mewqiya cografyayaî û armanca hînbûnê jî ciyawaz e.”

Heddad Adil tekez kir: “Di heyama deh salên bihurî da derdora 40 pirtûkên hînkariyê ji bo hînkirina Zimanê Farisî li seranserî cîhanê hatine çapkirin.”

 

Serepeyv