Li Ûrmîyê xwendekarekî xwendina li zanîngehê bi xala tevav xelas kir
Sibat 17, 2023 14:16 Asia/Tehran
“Xulamriza Kerîmullahî” xwendekarê 92 salî yê asta PHD’yê xwendina di çiqa “Ziman û wêjeya Farisî” da bi xala “20” xelas kir.
Mijara teza Kerîmullahî jî nirxandin û hilkolandina ast û çawanîya bandorwergirtina Hazif ji çavkanîyên dînî, helbestvanên pêş û hevçerxê wî bû.
“Xulamriza Kerîmullahî” dibêje ku fêrbûn yek ji armancên wî û sedema domandina xwendinê di vî temenî da bûye.
Di civîna nirxandina teza vî xwendekarê 92 salî yê ji Ûrmîyê da her 5 mamosteyên hekem xal û puena tevav yanî 20 danê.