Tebax 19, 2025 19:07 Asia/Tehran
  • HAMAS: Bila cîhan zorê bide ser Rejîma Sîyonîst

Tevgera Berxwedana Islamî ya Filistînê (HAMAS) xwest ku civaka cîhanî zorê bide ser rejîma dagirker ku jonîsaydê û birsîhîştina gelê Xezzeyê rawestîne û derbasgehên vê herêmê jî veke.

Tevgera HAMASê di daxûyanîyekê da pêgirî kirîye ku Roja Cîhanî ya Pêngava Merivî ku her sal di 19ê Tebaxê da ji hêla NY û welatên cîhanê va tê bibîranîn û rêz lê tê girtin, îsal di halekî da ye ku şerê qirrkirin û birsîhîştina gelê Xezzeyê ji hêla Rejîma Sîyonîst va himber zêde ji 2 milyon welatîyên filistînî hatîye tundkirin û hela jî didome. Di encama vî şerî da zêde ji 62 hezar kesî ku pirranî jin û zaok bûn, hatine şehîdkirin. Herwiha gellek kes bûne gorîyê bedxworakî û birsîmayînê. 

HAMASê di vê daxûyanîyê da ragihand ku dewleta Amerîkayê berpirsê sereke û rasterast ê dûhatên girtina pêşîya derbaskirina alîkarîyan û berdewamkirina sepandina sîyaseta birsîragirtina filistînîyan. 

Serepeyv