Nîsan 24, 2023 15:21 Asia/Tehran
  • Olîmpiyada Zimanê Farisî li Qezaqistanê; Qezaq ji Zimanê Farisî hez dikin

Olîmpiyada Zimanê Farisî ya zanîngehên Qezaqistanê bi hevkariya Konsûlxaneya Îranê li Almatiyê hat lidarxistin.

Li gorî rapora IRAN Press’ê, Olîmpiyada Zimanê Farisî roja Duşemiyê bi beşdariya xwendekarên zanîngehên Hînkirina Mamosteyan a Keçan (Jembî), Farabî û Ewrasyayê li bajarê Almatiya Qezaqistanê hat lidarxistin û hejdeh xwendekarên van zanîngehan ketin rikeberiyê.

Rêzimana Farisî, axaftin, Îrannasî û Nivîsîn li Olîmpiyada Zimanê Farisî ya zanîngehên Qezaqistanê hatin nirxandin.

‘Muhsin Fettahî’ Serkonsûlê Îranê li bajarê Almatiyê got: Zimanê Farisî raboriyeke kevn li Asyaya Navîn heye û piştî hilweşiyana Yekitiya Soviyetê, hînkirina Zimanê Farisî li zanîngehên Qezaqistanê dest pê kir.

Hêjayî gotinê ye, bijartiyên Olîmpiyada Zimanê Farisî li Qezaqistanê bi xelatên hêja hatin xelatkirin û ew ê ji bo hînbûna kar bo Îranê bên şandin.

Olîmpiyada Zimanê Farisî ji aliyê beşa Çandî ya Konsûlxaneya Îranê li Almatiyêp, Binyata Se’dî û Zanîngeha Hînkirina Mamosteyan a Keçan (Jembî) a Qezaqistanê va hat lidarxistin.

 

 

Serepeyv