Meşa Yewmullaha 22`ê Behmenê bi beşdariya girseya gel li Tehranê û seranserê welêt hat lidarxistin
Bi dehan milyon îranî îro jî her wekî 47 salên borî daketin kolanan û salroja serketina Şoreşa Îslamî pîroz kirin.
Gelê Îranê bi yekdengî û di çarçoveya hin duruşmeyan cinayetên çend deh salî yên Amerîkayê li dijî gel û hikûmeta Îranê û her wiha cinayetên rejîma Siyonîst şemerzar kirin.
Beşdariya bi dehan milyonî ya gel li serabserê Îranê di salvegera 47`emîn a serkeftina Şoreşa Îslamî de îsal bicoştir û watedartir ji salên borî bû, ji ber ku di meha Çilleyê de komploya Siyonîst-Amerîkî ya ji bo operasyonên terorîstî yên meydanî -medyayî li dijî Şoreşa Îslamî ji hêla gelê Îranê ve bi serokatiya Ayetullah Xamineyî hate pûçkirin û gelê seranserê Îranê ser vexwendina Rêberê Bilindqedir ê Şoreşa Îslamî daketin kolanan da ku piştgiriya xwe ji nizama Îslamî û vêzariya xwe ji dijminan nîşanî cîhanê bidin.
Axaftvanê taybet ê merasima 22`ê Behmenê li Tehranê jî Mesûd Pizişkiyan, Serokkomarê Îranê bû ku got: Divê cîhan îro bibîne ku gelê Îranê jibo parastina şoreşa xwe û îtaeta ji rêbertiya nizamê û berevaniya ji nirxan û welatê xwe yê bi rûmet di rêzên milyonî li seranserê welêt daketin qadan.
Serokkomarê Îranê tekez kir: Ji roja ku Şoreşa Îslamî bi ser ket, mijara etnîkan alî, darbe û her cûre belayên ku dikarîn anîn serê Îranê ku pêşiya geşatiya şoreşê bigrin.
Amerîka û welatên Ewropî hewl dan ku ev yek biqewime û şoreş li erdê bikeve. Wan heşt salan piştgirî da şerê dasepandî da ku Îranê parçe parçe, dagir û işkest bidin. Pizişkiyan got em bi welatên cîran re têkiliyên dostane û biratî datînin û diyar kir: Ev fermana rêberê şoreşê ye.
Di liv û tevgerê ku dijmin hewl dida dijî me komployan bike an jî destdirêjiyê bi rê bixe her ev welatên îslamî bûn ku yek bi yek bi me re têkilî danîn û helwesta xwe ragehandin.
Serokkomarê Îranê bal kişand ser vê yekê ku me li gorî helêwsta Rêberê bilindqedir rêya dîplomasiyê girtiye ber xwe û destnîşan kir: Em li dû çekên navokî nînin, lê dîwarê bilind ê bêbaweriyê ku Amerîka û Ewropa ava kirin nahêle ku gotûbêj bighîjin encamê.
Îran li himber zêdexwaziya wan teslîm nabe û li himber bêdadî û neheqiyan û destdirêjiyan paşde venekişe.
Pizişkiyan tekez kir: Em bi hemû hêza xwe bi welatên navçeyê re jibo aşitî û aramniyê di halê gotûbêjê da ne. Pirsgirêkên navçeyê, welatên hema vê navçeyê dikarin çarser bikin ne biyaniyên ku ji dûr ve tên.