Sibat 11, 2026 18:20 Asia/Tehran
  • Dengvedana  meşa girseyî ya 22`Behmenê li nav medya cîhanê

Beşdariya girseya gel li merasima 22`Behmena îsal bala medya curbicur a cîhanê kişand û berheqbûn û hebandîbûna Nizama Komara Îslamî ya Îranê piştî 47 salan nîşanî cîhanê da.

 Merasima 22`ê Behmena îsal li serasnerê Îranê bi beşdariya bi coş a rojnamevanên  navxweyî û biyanî û rûmalkirina ji aliyê 200 rojnamevanên  medya biyanî ve hat lidarxistin. 

Medya biyanî bi awayekî zindî mersima 22`ê Behmenê rûmal kirin ku beşdariya girseya gel li Tehran û bajarên din ên Îranê nîşan dan û vê beşdariyê  wekî sembola pişgiriya gelanî, yekitiya neteweyî û îqtidar û hejemoniya Komara Îslamî ya Îranê û nirxên  Şoreşa Îslamî nirxandin û nîşan dan.  Tora nûçeyan a  CNN, France 24, Reuters, Cezîre û Asociated Preess, Doyçê wêlê ya Almanya û Sputnik, Îndîpêndênt , … lidarxistian vê mersima mezin  rûmal kirin.

Medya erebî ya El Minar, Meyadîn, El-Ehêd, Nuceba ya Iraqê, El-Mesîre, tora Qudsê û El-Firat, beşdariya bi coş a îraniyan li mesa 22`ê Behmenê û rêzgirtina li 47`emîn salvegera  Şoreşê weşandin.

 Medya ibrîziman ên Rejîma Siyonîst jî, bi dilnigeranî û ecêbgirtîmayî meşa 22`ê Behmenê weşandin.

 

Serepeyv