Dora 41ê ya Festîvala Mûzîka Fecrê dest pê bû / Rêz li hunermendên wefatkirî hat girtin
Sibat 09, 2026 16:54 Asia/Tehran
Dora 41ê ya Festîvala Mûzîka Fecrê bi jêbirina toza ser gorên hunermendên wefatkirî û rêzgirtina li wan dest pê bû.
Ev rêûrism roja Duşemiyê, 9ê Sibata 2026an, bi amadebûna Mehdî Şefî'î Alîkarê Hunerî yê Wezîrê Çand û Îrşada Îslamî û komeke rêveber û hunermendan li Beşa Hunermendan a Goristana 'Beheşta zehrayê' (S) hat lidarxistin.
Dora 41ê ya Festîvala Mûzîka Fecrê ji 9 heta 15ê Sibata 2026an tê lidarxistin.
Ev festîval li 6 beşên Mûzîka Îranî, Hev-stranbêj yan Komên Kor, Pêşkêşkirina Komên Zarok û Nûciwanan, Mûzîka Hevdudanî û cûreyên Mûzîka Pop, Mûzîka Klasîk û Mîzûka Qewm û Navçeyên Îranê hatiye amadekirin.