Adar 14, 2023 16:51 Asia/Tehran
  • Fêrxwazên Zimanê Farisî li Bosnîyê ‘Hekîm Nizamî’ meraq dikin

Civîna rêzgirtina li ‘Hekîm Nizamî’ pîşewayê hemaseyên aşiqane di wêjeya farisî da bi beşdariya hezkiriyên Zimanê Farisî û xwendekarên Bosnî û Hersekê li Sarayevoyê hat lidarxistin.

Li gorî rapora IRAN Press’ê, Ev civîn bi hewldana Şêwirdariya Çandî ya Îranê li Sarayevoyê û bi boneya Hefteya Rêzgirtina li ‘Hekîm Nizamî’, helbestvanê îranî yê sedsala 6an a Koça Heyvî (Sedsala 12an a Mîladî) hat lidarxistin û tûşî pêşwaziya fêrxwazên Zimanê Farisî yên bosnîyayî hat.

12ê Adarê li Îranê wek Roja Hekîm Nizamî hatiye binavkirin û Komîsyona Neteweyî ya UNESCO - Îranê xelatek bi navê Hekîm Nizamî xelatî kesayetiyên bijartî di warê çand û hunerê da dike.

Ji aliyê din va, Rêûrisma rêzgirtina li “Nizamîyê Gencewî” (Hekîm Nizamî), helbestvanê îranî yê farisîbêj bi beşdariya Şêwirdariya Çandî ya Îranê li Îtalyayê û Lêjneya “Duh” (Dîrûz) hat lidarxistin.

Profesor ‘Daniela Meneghini’ mamosteyê ziman û wêjeya farisî li Zanîngeha Venîzê jî ‘Nizamîyê Gencewî’ wek mîrasa mirovahiyê bi nav kir.

Daniela Meneghini her wiha danîna peykera Nizamî wek ‘Helbestvanê azerbaycanî’ wek rûdaneke çandî ya tehl bi nav kir ku serşûriyek di dîroka çandî ya bajarê Romayê ye.

Şaredariya Romayê sala 2012an di bêdengiyê da û bi kiryareke ecêb, peykera Nizamîyê Gencewî wek helbestvanê Komara Azerbaycanê li Parka mezin danî.

Hekîm ‘Cemaleddîn Ebû-Muhemed El-Yas’ nasyar bi ‘Nizamîyê Gencewî’ helbestvanê îranî yê farisîbêj e ku di sedsala 12an a Mîladî da jiyaye.

 

Serepeyv