Sibat 08, 2023 20:19 Asia/Tehran
  •  “Pirtûka Hevaltîya Zarokên Îranî û Sirb” hat weşandin

Hevdem digel salvegera 41ê ya serkeftina Înqilaba Îslamî ya Îranê, yekemîn “Çandnameya Xwerû ya Îranê: Pirtûka Hevaltîya Zarokên Îranî û Sirb” li Sirbistanê hat weşandin.

Li gorî rapora IRNA’yê ya roja Çarşemiyê, yekemîn “Çandnameya Xwerû ya Îranê: Pirtûka Hevaltîya Zarokên Îranî û Sirb” ji aliyê Weşana ukronija’yê va û bi piştevaniya Rawêjkariya Çandî ya Balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Sirbistanê û Navenda Organîzekirina Werger û Weşanê ya Rêxistina Çand û Têkiliyên Îslamî ya Îranê va hat weşandin.

Beşa yekem a vê berhemê welatê Îranê û erdnîgarî û gelheya wê şirove kiriye û piştra 10 babetên herî girîng ên têkildarî Îranê pêkhatî ji 10 bajarên pirrnifûs, 10 şûnwarên dîrokî, 10 kesayetiyên dîrokî yên girîng, 10 kesayetiyên efsanewî, 10 deb û rismên îranî, 10 rûdanên girîng di dîroka Îranê da, 10 hunerên îranî yên girîng, 10 gotinên pêşiyan ên hevpar navbera zimanê farisî û sirbî û 10 malikên helbestên îranî yên nasyar ji xwîneran ra dide nasandin.

Beşa din a çandnameyê rêûrisma Newrozê û çend efsaneyên îranî ji wan “Emû-Newroz”, “Bîbî Gulbehar”, Çîroka “Zehhak”, “Efsaneya Sîmirê” (Sîmorx) û Çîroka “Kurikê Jîr” şirove dike.

Peyvên farisî yên di zimanê sirbî da û nîgareyên zarokên îranî jî ji mijarên vê ferhengnameyê ne.

 

Serepeyv