-
Lêkolîn; Giya dikarin çavkaniya din a enerjiya vegerbar bin
May 29, 2024 18:29Karzan tê gihîştine ku rîtma elektrîkî ya giyayan dikare çavkaniyeke baş ji bo berhemanîna enerjiya vegerbar be.
-
Ev beşa mejî "Dilovan" e
May 28, 2024 17:41Lêkolînên zanyaran li ser nexweşên tûşbûyî bi derb û zirara mejî nîşan dide li mejiyê mirovan beşek heye ku ji bo alîkariya bo kesên din pêwîst e.
-
Razan jehrên mejî jênabe!
May 17, 2024 16:55Encamên lêkolîneke nû nîşan didin ku razan dibe ku jehran ji mejî jênebe.
-
Gelo jehrîbûna bi qerqeşûnê hokara mirina Beethoven bû?
May 08, 2024 18:36Lêkolînên nû bi rêya ceribandinên deqîq ên pizîşkî tê derxistine ku asta qerqeşûn anku zirêçê li nav xwîna ‘Ludwig van Beethoven’ mûzîkzan û bestekarê almanî gellekî zêdetir ji rêjeya asayî bûye, lê ne ewqasî ku ev hokar bi tenê bûbe sebeba mirina wî.
-
"Cîhana îro ji kîmyagerî û helbestvaniya îranî bêpar e"
May 08, 2024 17:41Di roja duyem a Pêşangeha INOTEX-2024'ê da û li Beşa "Rawestgeha Pêşerojê" ya vê pêşangehê ku li Salûna Dahêneran tê lidarxistin, Seyid Muhemed Bihiştî îrannas û lêkolerê çandê û Mîtra Firdosî lêkolera lêkolînên çandî û têkiliyên afirînerane li ser rola dahênan û xuliqkariyê di pêşeroja Îranê da axivîn.
-
Hişê Çêkirî bi serrastkirina jena mirov şerê nexweşiyan dike
May 05, 2024 19:51Lêkolerên şîrketeke teknolojîkî karîn pergalekê ava bikin ku dikare bi çêkirina molekûlên neheyî li xwezayê bi rêya serrastkirina jenan bi Hişê Çêkirî, dermanên taybet ji bo çareserkirina nexweşiyan dabîn bike.
-
Hêrsbûn heta bo heyama deqeyekê jî ji bo dil ziyanbar e
May 03, 2024 00:02Hêrs û hêrsbûn yek ji hestên giran e ku hîseke wê ya baş tineye. Ti ferqek nake ku mirov ji nişkê va li nav rê bihêrs bibe yan ji ber hevkarekî yan endamekî malbatê bihêrs bibe; di her rwşekê da kontrolkirina wê dijwar e.
-
Rêyeke nû ji bo lêkolîn û alîkariya bo pêşîgirtina li hezaza erdê
Nîsan 30, 2024 23:49Komeke lêkoleran li Enstîtûya Teknolojiyê ya Rochestera New Yorkê bi rêya pêkvekirina daneyên dîmenên asimanî û bilindahiya cihên hezaza erdê bi hînbûna maşînî, diqeteke jorayî sedî 80 ji bo naskirina hereketên hezazê li navçeyên cûrbicûr ên cîhanê bi dest xistin.
-
Pişika mînyatorî hat çêkirin
Nîsan 23, 2024 17:43Lêkoleran tevnikeke mînyatorî ji Cerga Sipî anku Pişikê çê kirin ku dikare ji bo nirxandina bandorên dermanî li ser vî organê bedenê were bikaranîn. Wan ji bo ceribandina xebata vê tevnikê bandora Oksîda Grafênê û nano-boriya Kerbonî ya pirr-dîwarik li ser tevnika pişikê vekolandin. Encaman nîşan da ku nanoborîyan karîgeriyeke dualî ya cidîtir digel tevnika pişikê hene.
-
Kevnehunera japonî yarmetî da dîzayna madeyên nanoyî yên pêşketî
Nîsan 17, 2024 20:58Lêkoleran hunereke kevn a japoniyan ji bo dîzaynkirina cûreyeke Hydrogel'ê bi taybetmendiyên balkêş bi kar anîn. Wan bi vê şêwazê pêkhateyên durehendî bi qabiliyeta hilmijîna avê û werimînê di haleta sêrehendî da çê kirin.