May 28, 2024 17:41 Asia/Tehran
  • Ev beşa mejî

Lêkolînên zanyaran li ser nexweşên tûşbûyî bi derb û zirara mejî nîşan dide li mejiyê mirovan beşek heye ku ji bo alîkariya bo kesên din pêwîst e.

Li gorî nûçeya IRNA'yê ji zarê Medical Xpress'ê, Cihekî taybet li mejî meyl û daxwaza me ya ji bo alîkariya kesên din kontrol dike. Naskirina beşeke mejî ku tê da biryarên "Yarmetîder" tên dayîn, ji bo bersivdana vê pirsê girîng e ku "Çawa dibe ku mirov ji bo çareserkirina pirsgirêkên cîhanî yên mezin weke guherîna keşûhewayê, nexweşiyên vegir û pevçûnên navneteweyî vîn û daxwazeke dilîn hebe?"

Ev nasjkirin ji bo peydakirina şêwazên nû bi mebesta dermankirina kêşeyên danûstandinên civakî jî pêwîst e.

Lêkolerên zanîngehên Birmingham û Oxfordê yên Inglîzê bi pêkanîna vê lêkolînê tê gihîştine ku beşeke mejî ku wek "Qata zikî ya navînî ya pêş-eniyê" (ventromedial prefrontal cortex) yan bi kurtî vmPFC tê binavkirin, roleke gellekî girîng di alîkariya bo kesên din yan liv û tevgerên "Civakî" heye.

Encamên vê lêkolînê aşkira nîşan dan ku ev qata navbirî li jor ji bo îcadkirina vîn û daxwazê bi mebesta alîkariya bo kesên din pêwîst e. Eger ev beşa mejiyê mirov tûşî zirarê bibe, meyla wan a alîkariya bo kesên din kêmtir dibe û heta piştî ku biryar didin alîkariya kesên din bikin, enerjiyeke kêmtir ji bo vî karî terxan dikin.

Serepeyv