Yekemîn setelayta Îranê ji bo weşana Televîzyonê bo Fezayê hat avêtin
Sibat 13, 2026 16:47 Asia/Tehran
Camê Cam a 1`ê, Yekemîn setelayta Îranê, ji bo belavkirina weşanên televîzyon û radyoyê bo fezayê hat avêtin.
Ev setelayta Îranê ya Radyo û Televîzyona Îranê bi armanca dabînkirina veguhestina sîgnalên deng û dîmenan bo stasyonên erdê yên belavkirina radiyo û televîzyona neteweyî hatiye amadekirin û çêkirin.
Setelayta Camê Cem a 1`ê gava yekem a teknîkî ye di warê teknolojiya nû ya belavkirina radyo û televîzyona Îranê de û binesaziyên pêwîst ji bo bihêzkirina vê teknolojiyê dide ber destê Radiyo û Televîzyona neteweyî.
Setelayta Camê Cem a 1 a Îranê cûreyeke taybet a setelaytan e ku hertim di ciheke sabit a li fezayê li ser erdê disekine û anegorî livîna erdê digere û dizivire.