Hîsê heftem di mirov da hat keşifkirin
Lêkolîneke nû nîşan dide mirov dikarin tiştên definkirî li nav xîzê bêyî têkiliya fîzîkî, tê bigihêjin.
Ev şiyan vê bawera kevn der bareyê sînordariya hîsê pelandin û lemskirinê dixe ber pirsê.
Di lêkolînekê da beşdaran bi livandina aram a bêçiyê xwe li ser xîzê, karîn kûpeke nihênî beriya ku bi awayê rasteqîne wê bipelînin û bi destê xwe hîs bikin, tê derxin. Ev qabiliyeta 'pelandina ji rêya dûr va', weke balindeyên peravê ye û bi rêya têderxistina cîbcîbûnên hûr û biçûk li nav xîzê pêk tê.
Modelên fîzîkî jî nîşan dan ku hestyariya destê mirov li asta teorî ya têderxistinê bi rêya rengvedanên mekanîkî nêzik e.
Diqeta mirov anegorî robotê
Di cerribandinekê da, diqeta mirovan 70.7% bû, di halekî da ku hîskereke robotîk tenê 40% diqeta giştî nîşan da.
Ev encam, têgihîştina me ji mekanîzma pelandinê (lemskirinê) û rêyên bikaranîna wê di teknolojiyê da berfireh dike.