Gelo bi rastî Vîtamîna C cemidînê derman dike?
Sibat 24, 2026 11:55 Asia/Tehran
Berovajî baweriya gelemperî, lêkolînên zanistî piştrast dikin ku Vîtamîna C ne pêşî li zekem anku cemidînê digire û ne jî bandoreke berçav di kêmkirina heyama wê da heye.
Vîtamîna C ji bo tenduristiyê gelekî giring e; ev antî-oksîdana bihêz xaneyên leşî diparêze û rola wê di hilmijîna hesin û berhemanîna kolajênê heye. Lê bandora wê li ser cemidînê tenê çîrokek e; çîroka ku 'Linus Pauling' kîmyazanê wergirê xelata Nobelê 50 sal berê reklama wê dikir.
Lêkolîn nîşan didin ku îhtimala tûşbûna bi cemidînê li nav bikarêner û ne-bikarhênerên Vîtamîna C yeksan e û bandora wê di kêmkirina nîşaneyan da (derdora 8%) gelekî hindik e.
Pispor tekez dikin ku ji bo xurtkirina sîstema emnî ya leşî, Vîtamîna D dewsgireke bibandortir e.