Sibat 24, 2026 16:09 Asia/Tehran
  • Hişyarîdayîna derbarê encamên revîna bi hezaran endamên DAIŞê ser ewlehiya Iraqê da

Parlemanterekî iraqî li ser xeterên revîna bi hezaran endamên DAIŞê ji kampa Hol a Sûriyê hişyarî da.

Muxtar Mûsewî tekez kir ku divê li hember revîna hejmareke zêde ya malbat û  endamên DAIŞê ji kampa Holê hişyar bin û ast amadetiya xwe ya ewlehiyê pir zêde bikin. Mûsewî her wiha got: Aloziyên berfireh ên li parêzgehên Sûriyê bûne sedem ku ev terorîst bera xwe bidin Iraqê. Mûsewî got: Derbarê revîna 15 hezar kes ji wan bi taybet endamên navdar ên rêxistina terorîst a DAIŞê agahiyên dilnigeranker hatine weşandin, renge ku ew hewl bidin ku bi rêya zîvala sînorî ya dirêj di navbera her du welatan de derbasî nav axa Iraqê bibin. Em divê amadebûna xwe ya îstîxbaratî û leşkerî jibo girêdana rêya derbasbûna wan bo nav Iraqê biparêzin. Hinek aliyên navneteweyî naxwazin ku meseleya kampa Holê yekalî bibe.

Serepeyv