Sibat 23, 2026 17:42 Asia/Tehran
  • Pejirandina qanûnên girîng derbarê Heşda Şeibî li civînên bê yên Parlemanê

Parlemanterê Iraqê derbarê pejirandina qanûnên giring têkildarî Heşda Şeibî li civnên bê de agahî da.

Ehmed Şehîd, Parlementerê iraqî îro got ku parleman dê hin qanûnên derbarê Heşda Şeibî bipejirîne. 

Wî her wiha got ku civînên bê yên parlemanê dê bibin şehedê pejirandina rêze biryar û pêşniyarên girîng û her wiha destpêkirina pêvajoya amadekirina qanûnan heta dema avakirina hikûmeta nû ku qanûna li ser avahî û teqawitbûna şervanên Hêzên Heşda Şeibî di ewlewiyeta van qanûnan de ye.

Ehmed Şehîd her wiha got ku parleman di civînên pêş de jî dê hin gavan bavêje da ku bersiva daxwazên welatiyan bide û êşên wan kêm bike.

Wî tekez kir ku qanûnên taybetî Heşda Şeibî ewlewiyeta parlemanê ye ji ber ku şervanên Hêzên Heşda Şeibî  di rêya piştgiriya Iraqê de gelek fedakarî kirine. 

Serepeyv