Sibat 23, 2026 18:45 Asia/Tehran

Weşandina dawîn kombelgeyên têkildarî dosiya Cêfrî Epistîn sûcdarekî cinsî li Amerîkayê cardinê Koşka Sipî bi pêla rexneyan re rû bi rû kiriye û hikûmeta Donald Trump xistiye rewşek dijwar ku rayedarên amerîkî wê wekî yek ji qeyranên navxweyî yên par dizanin.

Wezareta Dadweriyê  ya Amerîkayê, piştî zextên Kongreyê  bi mîlyonan rûpelên belgeyên lêkolînê yên FBI`yê derbarê Epstin belav kirin. Di nav van belgeyan de, navên hin berpirsên siyasî û aborî yên navdar, wek Trump û berpirsên payebilind ên di hikûneta wî de têne dîtin, ku ev yek bûye sedema bertekên berfireh.

Yek ji mijarên girîng hevdîtinên di navbera Wezîrê Bazirganiyê yê Amerîkayê Howard Lutnick û Epstin e.  Hikûmeta Trump di mehên derbasbûyî de hewl dide ku dozê ji rojeva siyasî derxîne, lê weşandina belgeyên nû careke din ew vegerandiye ser mijara nûçeyan.

Ji bilî encamên navxweyî, weşandina van belgeyan di asta navneteweyî de jî bûye sedema bertekan û bûye sedema destpêkirina lêkolînên nû li çend welatên din.

Weşandina van belgeyan bûye sedema zêdebûna nakokiya di navbera Qesra Spî û hejmarek nûnerên Komarîxwaz ên kongreya Amerîkayê de. Komarîxwazên  Amerîkayê tekez dikin ku pêwîstiya weşandina van belgeyan heye, lê Trump ji ber têkiliyên wî yên berfireh bi Epstin re ji weşandina van belgeyan pir nerazî ye.

Li gorî nûçeyek din, piştî riswatiya  têkiliya di navbera birayê şahê înglîzê û sûcdarê cinsî yê navdar ê amerîkî de, polîsên vî welatî  jî li ser vê dozê axivîne.

Belgeyên nû nîşan didin ku hêzên polîsên Londonê çûne bajêr da ku ewlehiya birayê şahê Inglîzê di mersimeke şevê de li mala Epstin a li New Yorkê de dabîn bikin.

Serepeyv