Wezîrê derve yê Iraqê xitabî şandiyê Trump: Pêkanîna hikûmetê meseleyeke navxweyî ye
Wezîrê derve yê Iraqê xitabî şandiyê Trump got ku pêkanîna hikûmetê meseleyek navxweyî ye.
Fuad Hisên li himber destwerdanên Amerîkayê li mesela avakirina kabîneya nû ya Iraqê bertek nîşan da û got ku avakirina hikûmeta Iraqê mijareke navxweyî ye.
Fuad Hisên dilnigeraniya xwe ya kûr li ser maceraheziya leşkerî ya Ameîkayê li navçeyê nîşan da û hişyarî da ku xetera gurrbûna agirê şerê muhtemel û encamên wê dê bêguman bandora neyînî ser herêmê bike.
Wezîrê derve yê Iraqê wek berteka li hember destwerdanên eşkere yên Amerîkayê li mijara pêkanîna hikûmeta nû û dijberiya kirêt a Trump bi berbijarê fraksiyona herî mezin a parlemanê jibo posta serokwezîrtiyê got: Pêkanîna kabîneyê mijareke navxweyî ye, helbet em bîr û rayên hevpeymanên navdewletî ji wan Amerîkayê berçav digrin.