Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê: Îdiaya rêkeftina demkî ya Îran û Amerîkayê bêbingeh e
Berdevkê Wezareta Derve îdiayên hin medyayan li ser îhtîmala rêkeftina demkî di navbera Îran û Amerîkayê de bêbingeh nirxand.
Beqayî îro di civîna rojnamevaniyê derbarê gera din a gotûbêjên nerasterast ên di navbera Îran û Amerîkayê de û texmînên derbarê rêkeftina demkî got: Ne ecêb e ku texmînên li ser şikl û naveroka muzakiran zêde bin lê em ti yek ji van texmînan piştrast nakin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê li ser îdiaya Vîtkaf jibo teslîmbûna Îranê û îdiaya derfeta yek hefteyî heta bidestxistian çekên navokî got : Ev ne cara yekem e ku em rastî nêrînên newekhev ên rayedarên Amerîkayê tên.
Beqayî hişyarî da: Ji niha û pê ve, hebûna hêzên leşkerî yên 27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê li herêma derdora me û li Kendava Farsê bi awayekî cuda tê dîtin ji ber ku ew ê wekî rêxistinên terorîst werin hesabê. Wî derbarê revîna nêzîkî 15 hezar endam û alîgirên DAIŞ`ê ji kampeke li Sûriyê û dilnigeraniyên Îranê derbarê îhtîmala vejiyandina torên tundrew û gefên ewlehiyê yên li dijî welatên herêmê de destnîşan kir: Ev mijarek pir girîng e ji ber ku Iraq, Îran û Sûriyê ji bo vê mijarê berdelên giran dane.