Hişyarîdayîna Mezlûm Ebdî derbarê işkesta rêkeftinnama kurdên Sûriyê bi hikûmeta demkî ya Colanî re
Serfermandê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê betalkirina peymana bi Şamê re hişyarî da û ragihand em naxwazin ev peyman hilweşe, lê heke ev yek biqewime jî em ê xebata xwe berdewam bikin û em ê qet dev ji rojhilat û bakur- rojhilatê Sûriyê bernedin.
Mezlûm Ebdî, Serfermandê HSD bal kişand ser pabendnebûna hêzên hikûmeta demkî ya Colanî bi peymana digel HSD ra û ragihand ku kurd naxwazin peymana wan bi hikûmeta Colanî re hilweşe, lê heke ev yek biqewime ew ê heta dawiyê xebata xwe berdewam bikin û dê qet dev ji navçeyên kurdnişîn bernedin û heta dawiyê berevaniya axa xwe bikin. Serfermandarê HSD gazinde li Waşîngtonê kir û got: Dema ku hikûmeta demkî ya Sûriyê êrişî ser wan kir, Amerîka nehate hewara kurdan û ev êriş nesekinand ku vê yekê kurd nerazî kirine.