Rûsiyê derbarê berfirehkirina NATOYê ber bi rojhilat ve hişyarî da
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsiyê hişyarî da ku bêyî çareserkirina mesela berfirehkirina NATOyê ber bi rojhilat ve, çareserkirina qeyrana Ukraynê nepêkan e.
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsiyê got: Kiyêvê beriya destpêkirina operasyona leşkerî ya taybet peymana hevaltiyê binpê kiribû û binpêkirina peymana hevaltiyê bi Rûsiyê re ji aliyê Kiyêvê ve bû sedem Moskow biryara destpêkirina operasyona leşkerî ya taybet bide û tu yek ji dezgehên navdewletî bala xwe nedan ser binpêkirina peymana hevaltiyê ya bi Rûsiyê re.
Zaxarovayê destnîşan kir: Bêyî çareserkirina meseleya berfirehkirina NATOyê ber bi sînorên Rûsiyê ve, çareserkirina kêşeya Ukraynê ne mimkin e. Rûsya dê hewl bide mesela berfirehkirina NATOyê ber bi sînorên xwe ve ji rêya leşkerî an siyasî çareser bike.