Nearamiyên li Sûriyê didomin, Şer û pevçûnên bi çekan li Lazqiyê
Di bin siya dewama nearamî û aloziyên meydanî li Sûriyê da li gorî hinek raporan di navbera hêzên Colanî û hêzên çekdar ên vî welatî de şer û pevçûn derketine.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, di navbera çekdarên girêdayî bi Colanî û hêzên çekdar li derdora bajarê Cebeleyê de hinek pevçûn dreketine. Di van alûguran de êrişên topxaneyî yên çekdarên Colanî ser gundên derdora Cebeleyê bûn sedema kuştina hejmarek sivîlan ji wan jinan. Çavkaniyeke ewlehiyê ya Sûriyê her wiha ragihand ku piştî êrişa endamên DAIŞê ser hêzên Colanî li xala kontrolê ya Sebahiyê li rojavayê bajarê Reqayê herî kêm çar kes hatin kuştin û du kes jî birîndar bûn.Eva di halekî de ye ku DAIŞê berê gefa êrişê ser hêzên Colanî xwaribû. Her çend çekdarên girêdayî bi Colanî îdîaya têkoşîna li dijî DAIŞê dikin lê liv û tevgerên biserbestî ên hin serkirdeyên berê yên vê komê li Reqayê raya giştî dilnigeran kiriye.Her wiha li gorî hin raporan piştî pevçûnên vê dawiyê di navbera hêzên Colanî û Hêzên Sûrîya Demokiratîk (HSD) hejmareke zêde ji endamên DAIŞê û malbatên wan karîn ji zindanên ku ji hêla van hêzan ve têne kontrolkirin birevin. Karzan di vê baweriyê de ne ku giranbûna pevçûnên di navbera komên çekdar ên ser bi Colanî û Kurdan de, hevrê digel derketina beşek ji hêzên amerîkî ji hin baregehên xwe li navçeyê zemîne jibo vejiyandina şaneyên DAIŞê xweş bûye, mijaraku dikare gefek cidî li dijî aramî û ewlehiya navçeyê bê hesêb.