May 17, 2024 16:55 Asia/Tehran
  • Razan jehrên mejî jênabe!

Encamên lêkolîneke nû nîşan didin ku razan dibe ku jehran ji mejî jênebe.

Li gorî rapora ISNA'yê, Lêkolîneke nû bi wênegirtina mejiyê mişkan nîşan daye ku razan dibe ku ti alîkariyekê nede bo jêbirin û wêdadfayîna jehr û madeyên zêdebarî yên rojane ji mejî û eva tiştek e ku zanyarên zanistên esebê dixe ber pirs û kêşeyê.

Nîk Frank Esebnasê Zankoya Epperyal a Londonê (Imperial College London) û serperestê vê kolînê dibêje: Ev mijar ewqasî wek hegereke bingehîn a razana me hatiye hilêxistin ku em di vê lêkolînê da ji dîtina wêneya wê di encaman da gellekî behitî û matmayî bûn.

Razan gerçî ku gellekî sirrbar e, lê gellek feydeyên wê weke baştirbûna saxlemiya derûnî hene ku divê mirov wan berçav bigire.

Lê wisa tê sêwirandin ku têkiliya xewê û kombûna proteînên 'Amyloid' li mejiyê kesên tûşbûyî bi Nexweşiya Bîrbîrokîbûn anku Alzeymirê heye û ev yek alîkariya mejî dike da ku madeyên zêdebarî û ne bikêr ên rojane jêbibe.

Bi dehan lêkolînan her wiha têkiliya navbera razanê û paqijkirina proteînê û wêdadayîna Nexweşiya Alzeymeirê nîşan dane. Di encamê da razan wek hokareke xeterê ya bingehîn ji bo Alzeymirê ku awayê herî berbelav ê têkçûna hişî ye, hatiye destnîşankirn. Gerçî ku ev têkilî zêde zelal nîne, lê tê gotin ku razana lawaz dikare hokarek ji bo alîkariya bo Nexweşiya Alzeymirê yan nîşaneyeke wê be.

Lêkoleran rengegkî Flûrsênt (Fluorescent) derbasî nav mejiyê mişkan kirin û belavbûna wê dîtin û asta paqijkirinê di dema ku heywan hişyar, razayî û di rewşa bêhişkirinê da bûn, pîvandin.

Lêkoleran di nivîsara xwe da nivîsîn: Encamên me vê hizrê ku xebata sereke ya razanê paqijkirina jehr û madeyên zêdebarî ji mejî ye, dixe ber pirs û kêşeyê.

Frank got: Em tê gihîştin ku asta paqijkirna reng ji mejî li heywanên ku di rewşa razayî yan bêhişbûnê da bûn, bi awayekî berbiçav daket.

Serepeyv