Google du şiyanên Hişê Çêkirî yê xwe têkel dike
Google mijûlî pêşxistina taybetiyeke nû ye ku qabiliyetên AI Overviews digel AI Mode'ê di lêgerîna înternetî da têkel dike.
Ev tê vê wateyê ku bikarhnerên ku di jora encamên lêgerîna xwe da berhevokeke nivîskî ya berhemhatî bi Hişê Çêkirî werdigirin, dikarin bi hilêxistina pirsên tevavker di pêwendiyeke axaftinî da, mijarê bi kûrî bişopînin.
Damezirandina vê qabiliyeta axaftinî ya AI Mode'ê derfeta gepkirinê digel Hişê Çêkirî yê Gemini'yê dabîn dike ku ezmûneke weke bikaranîna ChatGPT'yê ye.
Bi her awayî, bidestxistina vê qabiliyetê heta niha pêwîstî bi vê yekê hebû ku bikarhêner derbarê cûreya pirsa ku ji bo lêgerînê amade dike, pêştir fikir kiribe. Eger lêgerîn ji cûreya kevneşopîtir bûba yan ji wan babetan bûba ku çaverêtî hebû bersiveke bilez jê ra bibînî, dibe ku bikarhêner divê weke hertim tenê li nav xaneyê lêgerînê nivîsîba û bi heman şêwazê bidomanda.
Lê belê eger bikarhêner pirseke dijwartir bipirsiya yan mijarek tevî hûrgiliyan seh bikira, muhtemel e ku divê li ser bijardeya AI Mode'ê ji bo destpêkirina gepê digel Hişê Çêkirî kilîk bike.