Kanûn 07, 2025 18:32 Asia/Tehran
  • Xelîl Heyye: Heta dagirkerî heye dê çekê Berxwedanê jî bimîne

Serokê Hemasê li zîvala Xezzeyê cardinê ser parastina çekê Berxwedanê tekez kir û got heta dema ku dagirkerî berdewam dike dê çek jî di destê Berxwedanê de bimîne.

Xelîl Heyye bi ragehandina pabendiya tevgera Hemasê ser naveroka peymana agirbesê got tevgera Hemasê tenê 72 sietan piştî peymanê 20 girtiyên zindî yên siyonîst azad kir. Xelîl Heye bal kişand ser binpêkirina berdewam a peymana agirbesê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve û got: Dewama destdirêjiyên siyonîstan êş û elema gel zêde dike û peymanê dixe xeterê. Gotinên Heyye di demekê de ne ku Wezîrê karên derve yê Qeterê, gotiye ew li dijî veguhestina xelkê xezzeyê ber bi herêmên din e.

Mihemed Bin Ebdulrehman Alê Sanî, gotiye ku kiryarên Rejîma Siyonîst di binpêkirina agirbesê û dewama êrişan, xetera destpêkirina şêr bi dû xwe re tîne. Hevdem Wezîrê derve yê Misrê ragehandiye ku di qonaxa duwem a peymana agirbesê de, divê leşkerên dagiker bi tevahî ji Xezzeyê derkevin.

Serepeyv