Berdewambûna êrişên Rejîma Sîyonîst ser Xezzeyê
Sibat 10, 2026 11:15 Asia/Tehran
Di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser navçeyên curbicur ên Xezzeyê di saetên buhurî da, 5 filistînî hatine şehîdkirin u 5 kes jî hatine birîndarkirinê.
Di encama êrişa leşkerên Rejîma Sîyonîst ser navçeyên curbicur ên rexê rojavaya çemê urdinê da jî, leşkerên sîyonîst tevî lêgerîna berfire di nav malên filistînîyan da, 25 kes jî desteser kirin.
Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê jî di daxûyanîyekê da ragihand ku hejmara şehîdên êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê da, rabû 72 hezar u 37 kesî u ya birîndaran jî rabû 171 hezar u 666 kesî. Zêde ji 9300 filistînî ji wan 58 jin u 350 zarok jî di zîndanên Rejîma Sîyonîst da ne.