Kanûn 07, 2025 18:29 Asia/Tehran
  • Irqaçî: Dor dora Amerîkayê ye; Ger nêrînên xwe biguherînin, em amade ne

Wezîrê Derve yê Îranê ser pêwîstiya amadetiya aliyên muzakirê jibo bidestxistina encameke dadmendane û hevseng di pêvajoya muzakiran de tekez kir.

Seyîd Ebas Iraqçî, di gotûbêja bi Ajansa Nçeyan a Kiyodo ya Japonyayê re bal kişand ser vê yekê ku pêvajoya muzakiryan girêdayî bi nêrîna Amerîkayê ye û got: Ger Amerîka nêrîna xwe biguherîne û bona bidestxistina rêkeftineke hevseng û sûdmend jibo her du aliyan amade be, em jî amade ne. Wî  di eynî demê de tekez kir ku ezmûna Îranê li muzakirên bi Amerîkayê re ezmûneke baş nebûye. Irqaçî her wiha amajeyî metirsiyên di binavahiyên navokî yên Îran ji ber êrişên Amerîkayê û Rejîma Siyonîst kir û got ku bombeyên neteqyayî, xetera tîşkan zêde dike û ev yek pêşiya seredana çavdêrên Ajansa Navnetweyî ya Enerjiya Atomê digre.

Serepeyv