Kanûn 07, 2025 18:22 Asia/Tehran
  • Hişyariya DEM partiyê derbarê hêdîbûna hikûmeta Tirkiyê di mijara aştiyê de

Hevserokê DEM partiyê dibêje ku PKK`ê sê gavên girîng ji bo aştiyê rakirine lê hêdîbûna hikûmetê gefê ji vê derfeta dîrokî dixwe.

Tûncer Bakirhan hişyarî dide: Ger Enqere sistiyê bike, derfeta herî hêvîdarkir  ya çend dehekên buhurî, reng e rastî çarenivîsa pêvajoya aştiyê ya sala 2015`an were.

Bakirhan  di vê baweriyê de ye ku têkiliya rasterast bi Ocalan re û aramiya meydanî, derfetek bêhempa ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan û xurtkirina demokrasiya Tirkiyê pêk aniye ku divê neyê ji destdan.

Pêvajoya nû berevajî muzakirên aşkera yên berê, nepenî û bi rêya komîsyona parliemanê bi pêşde diçe ku heta bi Ebdullah Ocalan re jî hevdîtin pêk aniye û di halê yekalîkirina rapora derbarê çarçoveya bêçekirin û tevlîkirina hêzan e. Tevî salek aramiya qismî, Bakirhan tekez dike ku gel ti guhertineke pratîkî nabîne. Girtin,  danîna qeyûman û zextên ewlehiyê berdewam dikin û divê hikûmet demlidest pêngavên hiqûqê yên bawerîçêker hilîne. 

Serepeyv