Kanûn 04, 2025 15:07 Asia/Tehran
  • Firotina maşîna mirovşok li Japonê dest pê bû

Kompaniyeke japonî yekem amûra "Maşîna Mirovşûştinê" ya cîhanê bi şiyana şûştina leşî û şopandina nîşaneyên jiyanê bi bhayê 385 hezar dolarî raber kir; ramana vê dahênana ecêb, xeyala zarokatiyê ya serokê vê kompaniyê bûye.

Kompaniya japonî ya Scinece'ê qala raberkirina maşîna xwe ya mirovşok kiriye ku beriya vêya serdanerên Pêşangeha Cîhanî ya Osakayê matmayî kiribûn. Li gorî gotina berdevkê vê kompaniyê, bikarhêner li nav vê maşînê dirêj dibin, deriyê wê girêdidin û di halekî de ku mûzîk belav dibe, weke kincên li nav maşîna cilşokê tên şûştin; helbet bêyî bên zivirandin.

Nimûneya seretayî ya vê amûrê ku wek Maşîna Mirovşok a Pêşerojê tê binavkirin, di heyama şeş mehan a lidarxistina Pêşangeha Cîhanî ya Osakayê da ku Cotmehê bi pêşwaziya zêdetir ji 27 miliyon kesî bi dawî hat, tûşî rêzên dirêj ên serdaneran bû.

Berdevkê Kompaniya Science'ê gotiye: Ev amûr ne tenê leşê mirov, belkî riha wî jîdişû û di heman demê da lêdana dil û nîşaneyên din ên jiyanê yên bikarêneran jî kontrol dike.

 

Serepeyv