Qeyrana kêmasiya xwarinê li Xezzeyê
Ajansa Alîkarî û Peydakirina Kar a NY jibo Awareyên filistînî(UNRWA) ragehand ku 508 mijarên kêmasiya xwarinê li zîvala Xezzeyê hatine tomarkirin.
Ajansa Alîkarî û Peydakirina Kar a NY jibo Awareyên filistînî(UNRWA) ragihand ku tevî agirbesa du mehî li Xezzeyê, Rejîma Siyonîst tim rê li ber derbaskirina xwarin, derman û alîkariyên mirovî yên ku li gorî peymanê hewce ne, digre û ev yek qeyraneke mirovî girantir kiriye. Berdevkê UNICEF`ê, Kazim Ebû Xelef jî gotiye, hejmareke zêde ji zarokan ji kêmbûna xwarinê zehmetiyan dikşînin û bi hatina zivistanê re, rewş dê xirabtir jî bibe. Zarokên Xezzeyê dê ji bandorên şer ser tenduristî û rewşa derûnê wan îza bibin. Ji dema agirbesê ve, nêzîkî 70 zarok li Xezzeyê hatine kuştin û divê ev yek demlidest were rawestandin. Agnês Kalamar, Sekretera Giştî ya Rêxistina Navneteweyî ya Efûyê, behsa fikarên xwe yên kûr derbarê rewşa Xezzeyê kir û ragihand ku jînosayd li herêmê hîn jî berdewam dike. Agnês Kalamar tekez kir: Civaka navneteweyî ji berpirsiyarkirina rejîma Siyonîst dûr bûye û êdî ser rewşa Xezzeyê nasekine. Eva di halekî de ye ku li gorî gotina wê, rêjeya kêmbûna xwarinê di nav zarokên Xezzeyê de tim zêde ye û hatiye ragehandin ku rewşa mirovî xirab e . Hazim Qasim, Berdevkê Hemasê, jî li ser armancên xapînok ên rejîma Siyonîst di vekirina yekalî ya deriyê Refehê ji bo derketina xelkê ji Xezzeyê de axivî û got: Rejîma Siyonîst bi ragihandina vekirina yekalî ya deriyê Refehê ser mijara awarekirina filistîniyan pêkutiyê dike. Ev gotin di demekê de tên hilêxistin ku piştî gotinên rayedarên siyonîst derbarê vekirina deriyê Refehê, fikarên li ser rewşa mirovî li Xezzeyê û çarenûsa awareyên filistînî zêde bûne.