May 05, 2024 19:51 Asia/Tehran
  • Hişê Çêkirî bi serrastkirina jena mirov şerê nexweşiyan dike

Lêkolerên şîrketeke teknolojîkî karîn pergalekê ava bikin ku dikare bi çêkirina molekûlên neheyî li xwezayê bi rêya serrastkirina jenan bi Hişê Çêkirî, dermanên taybet ji bo çareserkirina nexweşiyan dabîn bike.

Li gorî rapora IRNA'yê ji zarê Malpera Daily Mail'ê, Hişê Çêkirî ji bo hin xebatên weke çêkirina mûzîkê û raberkirina pêşniyazan ji bo biryarên sermayeguzariyê tê bikaranîn, lê niha pergalek bi binemaya vê teknolojiyê ji bo serrastkirina jena mirov hatiye çêki9rin ku dikare ji bo dermankirina nexweşiyên herî kêmdîtî jî were bikaranîn.

Şîrketa Profluent Bio'yê li Kalîforniyaya Amerîkayê pergalek ava kiriye ku dikare bereyeke dermanên siparîşkirî û taybet ji bo cûreyên nexweşiyan dabîn bike. Ev kar bi rêya çêkirina hin molekûlan pêk tê ku ti wextî li xwezayê tunebûne.

Daily Mail'ê di vî warî digel Elî Medenî Rêveberê Cihanînê yê Şîrketa Profluent Bio'yê hevpeyîvînek pêk aniye. Wî têkildarî vê destkeftê got: Ev serrastkerên jenê yên dîzaynkirî bi rêya Hişê Çêkirî li ser hucreyên mirov hatine testkirin û karayîyeke zehf hebûne; di heman demê da cihên nexwestî li DNA'yê serrast nakin.

Vî lêkolerî tekez kir: Ev Hişê Çêkirî bi danegeheke pêkhatî ji 5.1 miliyon Proteînên têkildarî CRISPR (Proteînên Cas) hatiye fêrkirin û bi vê yekê ev şiyan bi dest xistiye ku molekûlên potensiyel çê bike ku ji bo serrastkirina jenan dikarin werin bikaranîn.

Medenî her wiha got: Vê pergalê piştra encam li çar miliyon zincîreyî sînordar kirin û bi vî awayî karî ku serrastkereke jenan nas bike ku vê tîma lêkolînî navê OpenCRISPR-1 lê kiriye. Testan nîşan da ku serrastkera jenan a bi navê OpenCRISPR-1 xebateke bi başitiya Proteînên Cas'ê hebûye; lê her wiha bandorkirina li armancên nexwestî bo rêjeya sedî 95 daxistiye.

Wî her wiha got: Hewldana ji bo serrastkirina DNA'ya mirov bi pergaleke îcadbûyî bi Hişê Çêkirî kiryareke zanistî ya girîng e. Ev molekûl weke teknolojiyên berê di warê serrastkirina jenan ên weke CRISPR li xwezayê tunene.

CRISPR rêbazeke wergira Xelata Nobelê ye ku ji bo serrastkirina jenoma (Genome) organîzmên zindî tê bikaranîn û jenên hucreyekê kêm dike yan jenên nû lê zêde dike; lê di raborî da ji 'Serrastkera Jenê' ya peydabûyî li nav bakteriyan sûd werdigirtiye. Vê rêbazê kariye jenên ku hokarê nexweşiyên irsî weke Kêmxwîniya Hucreyên Dasî (sickle cell anemia) û Korîyê ne, biguherîne.

Medenî her wiha got: Nêrîna me eva ye ku em biyolojiyê ji qonaxa sînordariyê digel tiştê ku li xwezayê tê peydakirin ber bi vî alîyî bibin ku bikarin Hişê Çêkirî ji bo çêkirina dermanên nû tam ligorî hwcetiyên xwe bi kar bînin.

Serepeyv