Mijdar 16, 2025 17:40 Asia/Tehran
  • Dema ku kurttirbûna rojan mirov damayî dike

Tengijîn an jî damayîbûna demsalî yan "Aloziyên hestbarî yên demsalî" hema bêje di demeke diyarkirî ya salê da, pirranî di payîz û zivistanê da, dema ku bi kurtbûna rojan asta ketina ber ronahiyê kêm dibe, diqewime.

Nîşaneyên nasyar ên tengijîna demsalî

Nîşaneyên nasyar ên tengijîna demsalî dibe ku bi awayên ciyawaz diyar bibin, lê nîşaneyên nasyartir hesta keserê di pirraniya rojan da, kêmasiya enerjiyê, razana zêdebarî, xwarina zêde yan jî ji destdana meyla xwarinê, guherînên giraniyê û jidestdana wan çalakiyan e ku mirov bi giştî wan meraq dike.

Hin kes herwiha dibe ku hest bi bêhêvîtiyê bikin an jî hizra xwekujiyê bikin.

Pizîşk bi giştî demekê tengijîna demsalî tê derdixin ku ev nîşane herî kêm di du zivistanên lipeyhev da biqewimin û li bihar û havînê baştir bibin.

Serepeyv