Wezîrê Derve yê Îranê: Em ê li hember zorbêjî û zêdegaviyê paşde venekişin
Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Îran her tim alîgirê muzakirê bûye lê divê muzakire dadmendane û li gorî rêzgirtina dualî bin.
Seyîd Ebas Iraqçî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê, di Civîna Navneteweyî ya Qanûna Navneteweyî di bin êriş, destdirêjî û berevaniyê de got: Rastî ev e ku siyasetên Amerîkayê bi piştgiriya hin welatên Rojavayî, vegerandina têkiliyên navneteweyî bo qanûna daristanê ye. Eva ku biryarê bidin ka çi were kirin an neyê kirin.
Wî got: Ev helwêsta Amerîkayê welatan han dike ku bihêz bin. Divê civaka navneteweyî li hember Amerîkayê raweste. Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Siyaseta me tam zelal e. Em tim dîplomasiyê dişopînin lê di hemen demê de li himber zorbêjî û zêdegaviyê paşde venakişin. Me nîşan da ku em li himber zordariyê paşde vanekişin. Siyaseta me berxwedana li himber serdetîxwaziyê ye.