Mijdar 12, 2025 18:09 Asia/Tehran
  • Kîjan etnîk zêdetir tûşî kêmasiya Vîtamîna D'yê dibin?

Pisporên zanista jenetîkê selimandine ku hestyariya li hember kêmasiya Vîtamîna D'yê li nav gelhe û etnîklên Rûsyayê bi awayekî berbiçav cihêwaz e ku ev yek nîşan dide ku hokarên jenetîkî roleke giring di asta Vîtamîna D'yê li leşî da hene.

Hegerên kêmasiya Vîtamîna D'yê li nav etnîkan

Lêkolîna ku ji aliyê Genotek'ê va pêk hatiye nîşan daye ku hestyariya li hember kêmasiya Vîtamîna D'yê li nav gelhe û etnîkîn Rûsyayê bi awayekî berbiçav cihêwaz e û hokarên jenetîkî roleke giring di tayînkirina asta veguherîna bibandor a vê vîtamînê bo awayê wê yê çalak ku wek 'Calciferol' tê naskirin, digêre.

Aleksandêr Rakîtko Birêveberê payebilind ê zanistî yê Genotek'ê gopt: "Daneyên ku me bi dest xistine alîkariyê didin bo naskirina komên etnîkî ku mumkin e hestyariyeke zêdetir li hember kêmasiya Vîtamîna D'yê hebin, nemaze li hêlîpanên bakurî ku têra xwe ronahiya Rojê wernagirin. Têgihîştina vê mijarê, pêkanîna guherînan di xwarekê yan tevavkerên pêşgirane di rewşa hewce da mumkin dike.

Rola jenetîkê di kêmasiya Vîtamîna D'yê da

Vê lêkolînê nîşan da ku xetera kêmasiya Vîtamîna D'yê girêdayî bi hebûna celebeke jenetîkî ya taybet (rs 10741657) di jena CYP 2 R 1 da ye ku karayîya veguherîna Vîtamîna D'yê bo forma wê ya çalak kêmtir dike. Encama lêkolînê nîşan da ku kesên ku ev cûreya jenê di leşê wan da heye, sedî 42 zêdetir îhtimala wê yekê heye ku tûşî kêmasiya Vîtamîna D'yê bibin ku ev yek dikare bandorê li tenduristiya wan bike.

Lêkoleran daneyên cerribandina jenetîkî yên zêdetir 166000 welatiyên Rûsyayê ji etnîk û navçeyên cûrbicûr analîz kirin da ku komên ku ev mutsyon û veguherîna jenetîkî di wan da zêdetir e, nas bikin.

Li gorî encaman, kesên ku hestyariya herî zêde li hember vê cûreya jenetîkî hene, ev in: Cihûyên Eşkenazî, Azerbaycanî, Ermen, Çerkez, Çûvaş, Ûdmûrt û Başqîr ku asta hilgira vê guherîn û mutasyonê (Mutation) li nav hinekan zêdetir ji sedî 50 ye.

Kesên ku asta hestyariya herî kêm dihewînin, ev in: Bûryatî (32.29%), ûris (32.97%), bi cihêwaziyên nizim navbra ûrisên bakûrî (33.97%) û ûrisên başûrî (33.19).

Serepeyv