Dêrsim rabû ser pêyan: Em rê nadin talankirina xwezayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i357110-dêrsim_rabû_ser_pêyan_em_rê_nadin_talankirina_xwezayê
Li Dêrsimê bi hezaran kes li dijî talankirina xwezayê meşiyan.
(last modified 2025-11-17T11:51:08+00:00 )
Tesrîn 17, 2025 14:22 Asia/Tehran
  • Dêrsim rabû ser pêyan: Em rê nadin talankirina xwezayê

Li Dêrsimê bi hezaran kes li dijî talankirina xwezayê meşiyan.

Bi pêşengiya Platforma Xweza, Jiyan û Jîngehê ya Dêrsimê, bi hezaran kes li dijî projeyên kanên madenê û talankirina xwezayê xwenîşandanek li dar xistin.

Girseya gel ji Kolana Hûnerê heta Qada Seyid Riza meşiya û dirûşma Em rê nadin talankirina xwezayê qêriya.