Daxwaza artêşa Sûdanê ji bo rawestana li ber destwerdanên leşkerî yên Îmaratê
Artêşa Sûdanê bang li şirîkên xwe yên navçeyî û navneteweyî kir ku bi eşkerekirina rûyê rayedarên Îmaratê, pêşiya qaçaxa çekan bo axa vî welatî bigrin.
Di demekê de ku di rojên derbasbûyî de hin rapor derbarê qaçaxa berfireh a zêran ji Sûdanê ber bi Îmaratê ve hatine weşandin û hatiye gotin ku Îmarat aloziyan li vî welatê afrîqî zêde dike, artêşa Sûdanê, bi boneya roja cîhanî ya Rawestana li ber cinayetên Rêxistinkirî, bang li şirîkên vî welatî li navçê û cîhanê kir ku veguhestina çekan bo Sûdanê ku bi piranî ji hêla Îmaratê ve tê kirin, rawestînin û rola rayedarên Îmaratê li qeyrana heyî li vî welatî eşkere bikin.
Artêşa Sûdanê ragihand ku barên qaçaxa çek û sîlehan bi derbasbûna ji welatên taybet dighîjin Sûdanê û çavkaniya van çekên qaçax, Îmarat e.