Qeyrana rewatiyê ya Downing Streetê girantir bû
encamên rapirsî û analîzan li Inglîzê nîşan didin ku asta asta hebandîbûna Serokwezîrê Inglîzê gihîştiye asta herî nizm û ew bi krîzeke rewatiyê re rû bi rû ye.
Du nûnerên Partiya Karker a desthilatdar a Inglîzê gotine ku heke hikûmeta vî welatî kiryara xwe ya lawaz bidomîne, renge Kiyêrr Starmer di mehên pêşber de ji posta Serokwezîr were wêde danîn.Analîzor dibêjin ku işkesta muhtemel a Partiya Karker di hilbijartinên herêmî yên sala bê li Wêlz, Skotland û Londonê dikare bibe dawiya karê Starmer li Downing Streetê.
Amar nîşan didin ku asta hebandîbûna Partiya Karker a desthilatdar li Inglîzê ji hilbijartinên giştî yên sala borî ve sedî deh kêm bûye . Hevgav ku asta hebandîbûn hikûmeta Partiya Karker kêm dibe, Partiya Muhafezekar (wekî duyemîn partiya siyasî ya herî mezin a Inglîzê) jî bi kêmbûna berbiçav a piştgiriya raya giştî re rû bi rû bûye.