Tîrmeh 03, 2025 19:20 Asia/Tehran
  • Eraqçî: Îran hîn jî pabendî Peymana belavnekirinê û peymana çavdêriyê ye

Wezîrê Derve yê Îranê di bersiva nûçeyên derew ên Wezareta Derve ya Almanya û gotinên rayedarên vî welatî ragihand ku Îran hîna jî pabendî Peymana belavnekirinê û Peymana çavdêriyê ye.

Seyîd Ebas Eraqçî ,Wezîrê Derve bertek nîşanî gotinên rayedarên Almanyayê dijî  Îranê û nûçeyên derew da û nivîsî: Îran hîna jî pabendî Peymana belavnekirinça Çekên navokî û Peymana çavdêriyê ye. Li gorî qanûna nû ya Meclîsa Şêwira Îslamî ku di bersiva êrişên neqanûnî ser Teşkîlata Navokî ya Îranê ji aliyê Îsraîl û Amerîkayê ve hatiye pejirandin, hevkariya Îranê bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê re ji ber sedemên ewlehî  dê bi tenê bi rêya Konseya Bilind a Ewlehiya Komara Îslamî ya Îranê  were organîzekirin.Wezîrê Derve yê Îranê di berdewamiya peyama xwe de gotiye ku rastî ev e ku ji bo gelê Îranê, tiştê ku bi rastî peyama wêranker dişîne û çareseriya dîplomatîk  ji nav dibe tam eşkere û  naskirî ye.

Serepeyv