May 08, 2024 18:36 Asia/Tehran
  • Gelo jehrîbûna bi qerqeşûnê hokara mirina Beethoven bû?

Lêkolînên nû bi rêya ceribandinên deqîq ên pizîşkî tê derxistine ku asta qerqeşûn anku zirêçê li nav xwîna ‘Ludwig van Beethoven’ mûzîkzan û bestekarê almanî gellekî zêdetir ji rêjeya asayî bûye, lê ne ewqasî ku ev hokar bi tenê bûbe sebeba mirina wî.

Li gorî nûçeya IRNAyê ji zarê Phys’ê, Heta roja îro ti kes bi awayê teqil nizane bê ka çi tiştek bûye sebeba nexweşiya kezeb, gurçik û mirina Beethoven. Lê nameyeke nû bo sernivîskarê Kovara “Kîmyaya Klînîkî” ev teoriya zêde tê şopandin a ku qerqeşûn bûye sebeba mirin Beethoven red kiriye û nîşan daye ku asta qerqeşûnê di xwîna vî bestekarî da zêde bûye, lê ewqasî nebûye ku bibe sebeba mirina wî.

Beethoven di heyama jiyana xwe da tûşî hin pirsgirêkên nesaxiyê ji wan kêşeya pergala dehandinê û lawaziya bihîstinê li rex nexweşiya kezeb û guçikan bûbû. Asta zêde ya qerqeşûnê bi giştî têkildarî van kêşeyan e.

Ji ber vê yekê dema ku lêkoleran sala 2000î hin tayên por peydan kirin ku guman heye porê Beethoven be û tê da rêjeyeke zehf a qerqeşûnê peyda kirin, ev encam bi dest xistin ku jehrîbûna bi qerqeşûnê bûye sebeba pirsgirêkên tenduristiyê û mirina wî; lêbelê lêkolînên zêdetir di dawî da diyar kirin ku ev tayên por ayîdî jinekê bûne, neku yên Beethoven bin.

Piştra sala 2023an çend tayên porê Beethoven ku resenayetiya wan bi rêya testa jenetîkî hat diyarkirin hatin dîtin û niha komeke karzanên labratuwara pizîşkî bi rênimûniya Nadir Refa’î xwedî bawernameya Doktoriyê li Zankoya Pizîşkî ya Harvardê mijûlî velolandina jehrnasiyê li ser van tayên por in.

Van lêkoleran bi bikaranîna du şêwazên ceribandinê yên gellekî deqîq nasyar bi Spektrometriya Girseyî ev ta ji bo diyarkirina rêjeya qerqeşûnê vekolandin. Wan diyar kir ku rêjeya qerqeşûnê li van tayan 64 car û 95 car zêdetir ji asta normal e û bi vê rêyê texmîn kirin ku asta qerqeşûnê li nav xwîna Beethoven ji 69 heta 71 µg/Dl bûye; rêjeya ku çendîn qatî zêdetir ji asta normal a qerqeşûnê li nav xwîna mirovên mezin e, lê ewqasî zêde jî nîne ku wek hokarek di mirina wî da were berçavgirtin.

Refa’î di vî warî da got: Her çend ku rêjeya qerqeşûnê ya diyarkirî piştgiriya vê teoriyê ku qerqeşûn bûye sebeba mirina Beethoven nake, lê dibe ku rola vê yekê di nexweşiyên ku ew di heyama jiyana xwe da tûşî wan bûye, hebûbe.

Wî her wiha got: “Bi bawera me eva parçeyeke girîng ji pazeleke lihevaliyayî ye û dê alîkariyê bide dîrokzan, pizîşk û zanyaran da ku raboriya pizîşkî ya vî bestekarê mezin baştir nas bikin.”

Ludwig van Beethoven di 17ê Kanûna sala 1770î da li bajarê Bonnê yê Almanyayê ji dayîk bû. Bavê wî yanî Johann van Beethoven jenyarê dîwanaxaneya hikûmeta Bonnê bû.

 

Serepeyv