Cotmeh 22, 2025 19:45 Asia/Tehran
  • Tekeziya Serokerkanê Hêzên Çekdar ên Îranê ser cihanîna tam û tekûz a Peymana Ewlehiyê bi Iraqê re

Serokerkanê Hêzên Çekdar di hevdîtina bi Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê re ser pêwîstiya cihanîna tam a peymana ewlehiyê navbera her du welatan, jordabirina asta hevkariya leşkerî û siyasî ji bo parastina ewlehiya zêdetir li herêmê tekez kir.

Emîr Serleşker Mûsewî di hevdîtina bi Qasim Erecî, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê re, got: Ye ji dilnigineraniyên herî girîng ên amerîkiyan ev biratî û hevdiliya navbera her du gelên Îran û Iraqê ye, ku dijminan bandor û bereketên vê peywendiyê baş fêm kirine. Serleşker Musewî her wiha di dewamê de tekezî ser pêwîstiya cihanîna tam a peymana ewlehiyê navbera her du welatan de kir. Qasim Erecî jî tekez kir ku kes nikare zirarê bighîne têkiliyên taybet û kûr ên navbera her du gelên Îran û Iraqê û got: Şerê 12 rojî yê rejîma siyonîst dijî Îranê yekîtî û mezinatyiya gelê Îranê nîşan da.

Serepeyv