Hemî tişt li ser sûdwergirtina zarokan ji Hişê Çêkirî
Zarok ji teknolojiyê hez dikin. Dema niha Hişê Çêkirî piyê xwe daniye nav jiyana mirovan ji her temenekî, cûreyên alav û pêlîstokan bi Hişê Çêkirî hatine teyarkirin û êdî mirov nikare pêşiya vê tevlêbûna teknolojiyê li jiyana rojane bigire.
5 têbînî li ser danûstana zarokan digel Hişê Çêkirî
Zarok bi awayê rojane di pênc mewqiyan da digel hişê çêkirî danûstan dikin:
1 - Bernameyên fêrkariyê
2 - Pêlîstokên jîr
3 - Destyarên dengî
4 - Bernameyên fêrkariyê yên sazgar
5 - Lîstikên li ser bingeha hişê çêkirî
Sûd û feydeyên hişê çêkirî ji bo zarokan
Hişê çêkirî hin derfetên bêhempa ji bo ezmûnên cûrbicûr dixe pêşberî zarokan. Heke hişê çêkirî bi duristî were bikaranîn, dikare bi awayê kesanekirî û tam sergermker, têgehên nû fêrî zarokan bike; herwiha dikare zarokên hanî afirîneriyê bide, pisporiyên bingehîn hînî wan bike û derfeta hînbûnê bide zarokên taybet û îstîsna.
Feydeyên din ên hişê çêkirî ji bo zarokan:
- Hînbûna kesanekirî
- Pêşxistina pisporiyan
- fêrkariya berdest
- pêşxistina afirîneriyê
Gelo Hişê Çêkirî ji bo zarokan ewleh e?
Em divê feyde û pirsgirêkên nihênî û potensiyêlên Hişê Çêkirî nas bikin û wan di rêya xwe ya durist da bi kar bînin. Hişê Çêkirî ji bilî sûdên xwe, hin nîgeranî di warê jiyana kesane, ewlehî û bandorên demdirêj li ser geşekirina heyecanî, civakî û zihnî ya zarokan pêk anîne.
Dr. Mozanîk ku derûnnasekî klînîkî ye dibêje: Yekem pêngav eva ye ku em şêwaza sûdwergirtina zarokan ji Hişê Çêkirî keşif bikin û hin şêwazan ji bo kontrolkirina bikaranînê û parastina wan çê bikin.
Xeterên Hişê Çêkirî ji bo zarokan
1 - Xetereyên jiyana kesane
2 - Girêdayîbûna zêdebarî bi teknolojiyê
3 - Rûbirûbûn digel naveroka neguncan
4 - Bandor li ser geşekirina hestbarî
5 - Heyama bikaranîna şaşeyê û nîgeraniyên tenduristiyê
6 - Hebûna şaşitî û çewtiyên meirifî di pergalên Hişê Çêkirî da
Gelo Hişê Çêkirî divê bikeve ber destê zarokan?
Di cîhana îroyî da êdî mirov nikare pêşiya sûdwergirtina zarokan ji Hişê Çêkirî bigire. Her tişt digel Hişê Çêkirî têkel bûye û teknolojî digel jiyana me ya rojane da li hev aliyane. Di rewşeke wisa da, em tenê dikarin çavdêriyê li ser sûdwergirtina zarokan ji Hişê Çêkirî bikin û wê yekê bixin bin kontrola xwe.