Cotmeh 22, 2025 19:05 Asia/Tehran
  • Girtina pênc tawanbarên dosiya terorkirina yek ji berbijarên hilbijartinê

Wezareta Karên Hundir a Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku pênc tawanbarên dosiya terorkirina Sefa Meşhedanî yek ji berbijarên hilbijartinên parlemana vî welatî hatine girtin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a Iraqê de hatiye: Pênc gumanbarên terorkirina Sefa Meşhedanî, endamê Encumena Parêzgeha Bexdayê, roja Sêşemê di operasyoneke li Bexdayê de hatin girtin. Wezareta Karên Hundir a Iraqê tekez kir ku lêpirsîna dadwerî hîn jî berdewam dike û piştî ku  qanaxên qanûnî biqedin, hûrguliyên  tam ên  vê dosiyê dê ji raya giştî re werin ragehandin. Sefa Meşhedanî, endamê Encumena Parêzgeha Bexdayê û namzedê Hevpeymaniya Serweriyê di hilbijartinên parlemana Iraqê de li herêma Tamiye ya bakurê Bexdayê di encama teqîna otomobîleke bombekirî de hat terorkirin. Ev  yekemîn terora di dema hilbijartinên parlemana  Iraqê de ye ku biryar e ev hilbijartin di 11`ê Mijdarê de were lidarxistin.

Serepeyv