Cotmeh 22, 2025 19:36 Asia/Tehran
  • Wezîrê Derve yê Iraqê: Me bi Tirkiyê re li ser mijara avê li hev kir

Wezîrê Derve yê Iraqê got ku me bi Tirkiyê re li ser berdana avê ber bi jêr çemên Firat û Dîcleyê ve li hev kir.

Fuad Hisên li hevpeyvînekê li Luksamburgê derbarê hevdîtinên bi rayedarên Ewropayê û çaremîn civîna Konseya Hevkariya YE û Iraqê de got: Mêhwera muzakirên me bi rayedarên Ewropayê re li ser dosiyên enerjî, demokrasî, mafên mirovan, tenduristî, aborî û bazirganiyê bû. Wezîrê Derve yê Iraqê  her wiha got: Me bi ewropiyan re derbarê behrewergirtina ji meydanên mezin ên gazê hinek peyman bi şîrketên ewrûpî re îmze kirine. Iraq dê di pêşerojê de gazê hilberîne. Fuad Hisên derbarê seferên xwe bo Tirkiyê û dosiya avê bi vî welatî re got: Di muzakireyên bi rayedarên Tirkiyê re, wan qebûl kir ku di 50 rojên pêşber de aveke zêdetir berdin jêr çemên Dîcle û Firatê.

Serepeyv