May 08, 2024 17:41 Asia/Tehran

Di roja duyem a Pêşangeha INOTEX-2024'ê da û li Beşa "Rawestgeha Pêşerojê" ya vê pêşangehê ku li Salûna Dahêneran tê lidarxistin, Seyid Muhemed Bihiştî îrannas û lêkolerê çandê û Mîtra Firdosî lêkolera lêkolînên çandî û têkiliyên afirînerane li ser rola dahênan û xuliqkariyê di pêşeroja Îranê da axivîn.

Li gorî rapora ISNA'yê, Li Panela "Îrana Pêşerojê û Rola Dahêneran di wê da" mijara lêkolîna li ser pêşerojê û dahênerî hatin vekolandin. Mîtra Firdosîyê di destpêka vê panelê da amaje bi hin dahênanan kir ku bi destê xelkê Îranê pêk hatine.

Li gorî gotina Firdosiyê, Post dahênaneke îranî ye, ji ber ku di raboriyê da îraniyan ev xwebawerî ji bo raberkirina ramanên xwe yên dahênane hebûne, lê di roja îro da zêdetirî dahênanan ji welatên din hatine wergirtin.

Wê her wiha got ku hin dahênanên îranî li welatên din tên bikaranîn bêyî ku me bixwe rolek di raberkirina wan da hebe. Wek mînak, teknolojiya Qenata îranî niha li hin bajarên Spanyayê tê bikaranîn.

Muhemed Bihiştî jî di vê panelê da şirove kir ku vê demê gelê Îranê nijûlî jiyana rojane ye û ev yek bûye sebeb ku em pêşerojekê ji xwe ra nesêwirînin û xeyalên kesên din ji bo jînê bi kar bînin.

Ew bawer e ku em carinan li dewsa xuliqandina xeyalan, xeyalên kesên din dikin rastî.

Wî di dewamê da amaje bi ekosîstema Startup'î ya Îranê kir û got: Eger Weys nehatiba damezirandin, gelo dê Nîşan û Beled bihatana damezirandin? Eger Amazon nebûya dê DiGi Kala'ya me hebûya? Eger "Uber" nebûya, dê me Snapp û "Tapsi" li Îranê hebûya?

Bihiştî Îran welatê qeyran û bêhedariyan zanî û got, Cihê vala yê kîmyagerî û helbestvaniya îranî di cîhana îroyîn da tên hîskirin û rêya gihîştina bo pêşerojeke dahênane li Îranê, lêvegera li îranîbûna me ye.

Serepeyv